• Tuesday, 17 February 2026
logo

Parêzerê Jîna Emînî hat ceza kirin

Gulan Media October 18, 2023 Nûçe
Parêzerê Jîna Emînî hat ceza kirin

Yek sal tê girtin.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, dadgeha şoreşa Îranê cezayê yek sal girtîgehê daye parêzerê Jîna Emînî.

Çavkaniyê diyar kiriye ku, Parêzerê Jîna Emînî, Salih Nîkbext ji aliyê dadgeha Îranê ve bi hinceta propagende kirin li dijî rejîma Îranê hatiye mehkûmkirin û yek sal cezayê girtîgehê jê re hatiye dayîn.

Salih Nîkbext Parêzerekî navdare li Îranê û piranî kar li ser dosyeyên girtiyên siyasî kiriye.

Top