• Tuesday, 17 February 2026
logo

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Fraksiyonên Kurdistanî li Bexdayê biryarê li ser yekdengiyê didin

Gulan Media October 18, 2023 Nûçe
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Fraksiyonên Kurdistanî li Bexdayê biryarê li ser yekdengiyê didin

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û fraksiyonên Kurdistanî li Bexdayê kom bûn û biryar da ku di kombûna xwe ya bi Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Iraqê re, li ser bodce û mûçeyên Herêma Kurdistanê, yekdeng bin.

Hat ragehandin, derengê şeva borî Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û fraksiyonên Kurdistanî li Bexdayê kom bûn û biryar da ku di kombûna Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê de li ser pirsa mafên darayî yên Herêma Kurdistanê yekdeng bin.

Duh 17.10.2023yê, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji Wezîrê Darayî û Aborî Awat Cenab Nûrî, Serokê Dîwana Civata Wezîran Umêd Sebah, Sikirtêrê Civata Wezîran Amanc Rehîm, Serokê Hemahengiya Lidûçûnê Ebdulhekîm Xesrew û hejmareke şêwirmend û rêveberên giştî yên Wezareta Darayî û Wezareta Samanên Xwezayî pêk tê, serdana Bexdayê kir.

Biryare îro 18.10.2023yê bi amadebûna Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Federal, kombûna Lijneya Darayî ya Civata Nûneran bê kirin, tê de danûstandin li ser bodce û mûçeyên Herêma Kurdistanê bê kirin û Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva wan hemî pirsyaran bide yên ku li ser mûçe û hejmara mûçexuran ji bo wan hatine arastekirin û dê hûrkariyan berçav bike.

Endama Lijneya Darayî li Civata Nûnerên Iraqê Nermîn Merûf ji K24ê re ragehand: “Şanda Herêma Kurdistanê tê Lijneya Darayî, ji bo ku bersiva wan pirsyaran bide yên ku ji aliyê lijneyê ve arasteyî Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine kirin, li ser mijarên bendên 12 û 13 ji qanûna bodceyê, her titşekî girêdayî dahatên neneftî û dergehên sinorî û wê nefta ku radestî Kompaniya Somoyê tê kirin, herwesa mîlakatên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji medenî, serbazî, xanenişînan û çavdêriya civakî, pereyê ku mehane ji bo mûçeyên wan pêwîst e. Lijneya Darayî ew pirsyar hemî bi nivîsarekê arasteyî Nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine”.

Pêştir Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragehandibû: “Serdana Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê û kombûna wê bi Lijneya Darayî ya Perlemana Iraqê re bi dilxwazî ye, û nîşana niyeta cidî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo çarekirina arêşeyên navbera Hewlêrê û Bexdayê li ser tevaya pirsên darayî”.

Herwesa ragehand: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî tîma Hikûmeta Herêma Kurdistanê spartiye ku xwe yek pirsyarê jî bê bersiv nehêlin û bi rengekî zêde şefafane arîkar bin”.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrê Iraqê de li çareseriyeke bingehîn ji bo parastina mafên welatiyên Herêma Kurdistanê digere”.

 

Basnews

Top