Beljîka û Kurdistanê têkiliyên xwe berfiretir dikin
Serokê herêmê li gel balyozê Beljîkayê civiya.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Beljîkayê yê li Îraq û Urdinê Serge Diction kir.
Di civînê de giftûgo derbarê têkiliyên Beljîkayê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareser kirina kêşeyan, girîngiya dabîn kirina jiyaneke baş yên bo rifandiyên rizgarkirî ji destê DIŞIê û rewşa siyasiya Îraq û hilbijartinên Îraq û herêma Kurdistanê hate kirin.
Serokê herêmê jiber beşdariya Beljîkayê di hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê de spasiya Beljîkayê kir û her du alî xwesteke xwe bo pêşde birin û berfiretir kirina têkiliyên du alî diyar kir.
Her di heman civînê de her du alî li ser cîhbicîh kirina rast ya sîstema federalî hemfikir bûn û balyozê Beljîkayê jiber têkbirina DIŞIê spasiya herêma Kurdistanê kir.
Di dawiya civînê de her du alî nêrînên xwe yên derbarê pêşhatên dawî yên li deverê de anîn ziman.
