• Friday, 13 February 2026
logo

PDK û YNK li ser asayîkirina rewşa Kerkûkê li hev kirin

PDK û YNK li ser asayîkirina rewşa Kerkûkê li hev kirin
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) li ser danîna parêzgarekî teknokrat ji bo parêzgeha Kerkûkê li hev kirin.



Li gor rêkeftinê, tevî ku kesek ji bo posta Parêzgarê Kerkûkê tê destnîşankirin, pêngavên pratîkî yên herdu aliyan bo asayîkirina rewşa siyasî û nehîştina rewşa serbazî li vî bajarî destpê dike.



Endamê şanda PDKê ya danûstandinan, Dilşad Şehab ji Rûdawê re ragihand, nerînên herdu aliyan ji hevdu nêzîkin, ku divê parêzgarê nû yê Kerkûkê bi razîbûna hemû aliyan be.



Dilşad Şehab dibêje: “Nêrîna PDKê û YNKê bi vî awayî ye ku ew kesê em herî dawî navê wî ragihînin û piştgiriya wî bikin, kandîdê hevbeşê YNKê û PDKê be û paşê jî kandîdê lîsteya Birayetî be. Em dê hemû hewlên xwe jî bidin ku kandîdê hemû pêkhateyên bajêr be, Kerkûk bibe xwediyê parêzgarekî ku parêzgarê Kurdan, ereban û tirkmenên Kerkûkê be.”



Berdevkê YNKê, Letîf Şêx Omer jî ragihand, divê derbarê pêkanîna kabîneya hikûmetê de lez bihê bikin. Letîf Şêx Omer got, wan dilsoziya xwe weke şirîkekî rasteqîne nîşan daye û divê di demeke nêzîk de kabîneya nû were pêkanîn.



Berdevkê YNKê diyar kir: “Divê em hemû lezê bikin, xemê lê bixwin û pêngavên mezin bavêjin daku di dema xwe ya diyarkirî de û eger çêbû berî dema diyarkirî jî kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bînin û dest bi karên xwe bike. Me di vê derbarê de amadebûna û xemxorî û dilsoziya xwe nîşan daye ku em weke hevbeşekî rasteqîne yê hilgirê berpirsyariyê beşdarî kabîneyê bibin. Me amadekariyên xwe destpê kirine û em dê berdewam bin hevdem li gel pirsa Kerkûkê.”



Rewşa niha ya Kerkûkê bo hêzên Kurdî, tevî wan hêzan jî ku baregeha wan li vî bajarî heye, gelek aloz e û vekirina wan girêyan jî pêwîstî bi pêngavên pratîkî heye, lê belê ya ku PDK û YNK dixwazin, ev e ku herî destpêkê divê ew hêzên ku piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an hatina nav Kerkûkê, ji nav bajêr derkevin.

Rudaw
Top