Komeke xelkî li Stenbolê êrîş kir ser xwaringeheke Mcdonald’sê
Ji ber ku xwaringehên McDonald’sê li Israîlê piştevaniya xwe ji bo supayê wî welatî ragehand, komeke xelkî li Stenbolê êrîş kir ser tayekî wê brandê û zirareke zêde ya madî gehand wê.
Li çend welatekan bizav ji bo baykotkirina wan brandan tê kirin ên ku piştevaniya Israîlê dikin, yek ji wan jî McDonald’s e ku tayên wê li Israîlê piştevaniya xwe ji bo serbazên Israîlê diyar kir û ragehand, bi hezaran danên xwarinê bê beranber didin nexweşxaneyan û hêzên supayê Israîlê.
Wekî di wan vîdyoyan de xuya ye yên ku li torên civakî belav bûne, komeke xelkî li Stenbolê êrîşê dikin ser tayekî McDonald’sê û dergeh û pencerên wê dişkînin.
Piştî serhildana şerî, rêkxistinên mafên mirovan haydariyê didin ku mimkin e zêdetir tundûtîjî li beranberî Misilman û Cihûyan li deverên din ên cîhanê ser hildin.
Şerê navbera Hemasê û Israîlê li cîhanê karvedanên mezin li pey xwe anîne û li hindek cihan karvedan gehiştine êrîşkirinê û kuştinê jî. Yek ji wan karvedanan li Amerîkayê bû ku mêrekê 71 salî bi çeqokekê zarokekî Filistînî kuşt û babê wî jî birîndar kir. Herwesa li bajarê Eskenderiye yê Misirê du geştiyarên Israîlî û welatiyekî Misirî bi guleyan ji aliyê polîsekî ve hatin kuştin.
K24
