"Serdama Beasê jî baregeha hizbên kartonî li Kerkûkê hebû"
Dr. Necmedîn Kerîm, di hevpeyvînekê ligel VOAyê da bersiva wê bangeşeya Malbenda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) da û da zanîn ku Melbenda YNKê amaje bi wê yekî dike ku ew li Kerkûkê mane. Bes divê bizanibin di serdema Beasê jî hizbên kartonî beşdarî li Kerkûkê bûn. Herwiha Kerîm amaje bi wê yekê jî dike ew kesên Kerkûk firotine hewil dane li dadgeha Libnanê jî li dijî dozê vekin.
Kerîm behsa doza li ser wî ya Libnanê jî kiriye û daye zanîn ku dadgeha Libnan ligor yasayan kar dike ne ku ligor berjewendiyên hin berpirsên Iraqî û hin aliyên siyasî.
Di berdewamiya hevpeyvîna xwe da Kerîm behsa asayîkirina rewşa Kerkûkê jî dike û amaje bi wê yeke jî kiriye ku aliyên siyasî li lîjneye avakirine hewil dihête dayîn ku artêşa Iraqê ji nava bajêr derkeve û hêzên xwe cihî li nava bajêr bimînin û xelkê ji Kerkûkê derketine jî vegerin Kerkûkê.
Basnews
