Hikûmeta Sûriyeyê wêneyê Pira Eyn Dîwarê li ser pasportê zêde kir
Hikûmeta Sûriyeyê wêneyê Pira Eyn Dîwarê li ser pasporta nû ya Sûriyeyê zêde kir.
Di dîroka Sûriyeyê de ev cara yekem e ku wêneyekî ji Rojavayê Kurdistanê li ser pasportê zêde kiriye.
Hikûmeta Sûriyeyê wêneyê Pira Eyn Dîwarê li ser rûpelên 24 û 25 ên pasaportê daniye.
pasporta nû ya Sûriyê 24 û 25 çap kir, di dîroka wî welatî de cara yekemîne ku tiştekî wiha çêdibe.
Pira Eyn Dîwarê li ser Çemê Dîcleyê hatiye avakirin û 7 km dûrî gundê Eyn Dîwarê ye Dêrikê ye.
Dirêjahiya Pirê 141 metre ye û piraniya wê rûxiya ye.
Pira Eyn Dîwarê xala girêdana bazirganiyê ya di navbera bakur û başûr de bû.
Der barê dîroka vê pirê de gelek nêrîn hene. Li gorî hinek çavkaniyan dîroka avakirina wê vedigere sedsala duyem a zayînê.
Li gorî serdemên dîrokî navên cûda li vê pirayê hatine kirin weke: Pira Eyn Dîwarê, Pira Bazbedê, Pira Cizîra Îbn Omerê, Pira Yafîsê, Pira Zenkiyê, Pira Dîcleyê û di kovara Hawarê ya Mîr Celadet Bedirxan de jê re Pira Bafitê hatiye gotin.
Ji sala 2016an ve Tirkiyeyê dest danî ser zeviyên derdora wê pirê û nahêle cotkar nêzîkî zeviyên xwe bibin.
Rudaw
