Erdogan: Di 10 rojan de S-400 werdigirin
Serokomarê Tirkiyê piştî serdana xwe ya Japanê da zanîn, Serokê Amerîka Donald Tramp di warê wergirtina mûşekên S-400 û firokeyên F35 de, piştgirîya Tirkiyê dike.
Erdogan di derbarê S-400 de û got: Trump ji wî re gotiye, mafê we ye S-400 bikirin û pêwist e bi dadwerane nêzî Tirkiyê bibin.
Erdogan diyar kir: Radestkirina mûşekên S-400 di nav 10 rojan de dê were destpêkirin û yek S-400 berdêla 3 Patriyotan e.
Erdogan bal kişand ser pêwendiyên Amerîka bi PYD û YPGê re û got: Wî ji Trump re gotiye divê hevkariya bi PYDê û YPGê re were rawestandin. Herwiha nexşerêya Minbic jî pêwîst e di zûtirîn dem de were bicihkirin.
K24
