Xurmatû – Heta naha ziyanlêketiyên bûyerên 16ê cotmehê nehatine qerebû kirin
Roja 16ê cotmeha 2017ê milîsên Heşdî Şeibî bi hezaran xanî, dukan, xwaringeh û kargehên hemwelatiyên kurd ên bajarê Xurmatû teqandin, şewitandin û talan kirin. Heta naha hikûmeta Iraqê ziyanlêketiyên Xurmatû qerebû nekirine.
Li gor zanyariyên BasNewsê piştî bûyerên 16ê cotmeha 2017ê dema ku grubeke nav YNKê Kerkûk, Xurmatû û navçeyên Kurdistanê yên din radestî Heşdî Şeibî kir, temamê kurdên Xurmatû ber bi bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê ve koçber û avare bûn. Piştî wê jî milîsên Heşdî Şeibî dest bi teqandin, şewitandin û talankirina xanî, dukan, xwaringeh û kargehên hemwelatiyên Kurd ên Xurmatû kir.
Heta naha beşeke berçav ji xaniyên wan hemwelatiyên ku li Xurmatû ji aliyê milîsên Heşdî Şeibî ve hatine teqandin nehatine çêkirin û herwaha beşek ji wan hemwelatiyên ku koçberî bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê bûne jî nevegeriyane Xurmatû.
Li Xurmatû her çi peywirên ku dest kurdan de bûn ên wek qaymeqamtiya qezayê, piştî xiyaneta 16ê cotmehê ji kurdan hat standin û piraniya wan erk û peywiran ji tirkmenên şîe yên ser bi Heşdî Şeibî re hatin dayîn.
Basnews
