Îro şeşemîn salvegera xîyaneta 16ê cotmehê ye
Îro 16.10.2023yê şeşemîn salvegera xiyaneta 16ê Cotmeha 2017ê ye, ku Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi hevkariya gruba xiyanetkar a nav YNKê ve ew deverên Kurdistanî radestî Heşdî Şeibî û hêzên artêşa Iraqê kirin.
Roja 25.09.2017ê proseya referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê birêve çû. Hest û coş û kelecana serxwebûnxwazan û Kurdistaniyan geheşt lûtkeya herî bilind.
Hikûmeta Iraqê berdewam gefxwarina bikaranîna hêz li dijî Kurdistanê dikir, ji bo wê jî lewaziya grubekî xiyanetkar a nav YNKê de derz xistin nav hêz û çeperên Pêşmerge.
Du roj berî xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê di beşek çeperên li sînorê Kerkûkê amajeyên xiyanetê aşkerabûn û vekêşîna Pêşmerge ya bi fermana bin ve bin ve ya gruba xiyanetê û bi rêkeftina veşartî ya li gel berpirsên Iraq û heşdî şeibî hatin dîtin.
Roja 16ê cotmeha 2017ê êrîşa artêşa Iraqê û milîsên çekdar ên bi piştevaniya topxaneya welatekî cîran destpê kir û Pêşmerge bersivekî bihêz da. Lê xiyaneta grubeke nav YNKê û vekêşîna berdewam derz xiste nav xetên berevaniyê.
Roja 16ê cotmetê hêzên Iraqê bi rêkeftina li gel gruba xiyanetkar a nav YNKê ve, êrîşî Kerkûk û Xurmatû kirin û bi sedan hemwelatiyên kurd şehîd û birîndar kirin û nêzîkî 200 hezar kes jî li wan navçeyan koçber bûn.
Hêzên Iraqê xwestin dest bi ser Hewlêr û Duhokê de jî bigrin û ezmûn û pêkhateya herêma Kurdistanê jinav bibin, îradeya polayî û bihêz a neşkestî ya Pêşmerge li eniyên Pirdê, Sihêla, Mehmûdiye û Telisqofê şerekî bêhempa li hember wan kir û dersekî giring dane dagirker ku careke din cesaret nekin hewldaneke wisa bikin.
Hemwext li gel êrîşa dagirker beşek ji cehşên çapemeniya kurdî li pişt dijmin mildan milê wan û pirçekî û bihêzbûna dijmin re propaganda dikirin û nûçeyên wan veduguhestin. Xelkê Kurdistanê bêhêvî kirin û bi êrîşa dagirkeran a li ser Hewlêr a paytext jî keyfxweş dibûn.
Cîgirê yekem ê sekreterê YNKê yê wê demê Kosret Resûl di beyanameyekî de ew xiyanetkar wek ‘’Kalfam ango Nefam’’ pênase dikir û got: ‘’Webala karesata Kerkûk û Xurmatû di stûyê wan nefamên nav YNKê de ye.’’
Roja 18.10.2017ê berpirsê desteya koordînatoriya polîtburoya YNKê Mela Bextiyar di beyanameyekî de ragehand: ‘’Firsetçî û tolaz û beredayiyên bê aqil ên nav YNKê û facebookçiyên ku mijûlî têkdanê zîhniyeta xelkê ji wan bûyeran berpirsin.’’
Parêzgerê Kerkûkê û endamê polîtburoya YNKê yê wê demê Necmedîn Kerîm jî çend caran teqez kir ku taxima xiyanetkar a nav YNKê xiyanet di xwîna wan de ye û xwefiroşî kirine pîşe.
Serokwezîrê wê demê yê Iraqê Heyder Ebadî û rêveberê Iraqî û serokwezîrê berê Nûrî Malikî jî gelek caran spasiya xiyanetkarên nav YNKê de kirin ku bi asanî Kerkûk û beşek piraniya navçeyên Kurdistanê radest kirine.
Basnews
