Alîyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê daxwaz dikin PKK bîyanûyê nexe di destê Turkîyayê de
Alîyên sîyasî dixwazin jî Turkîya jîyana danîşvanên deverên sinûrî bixe berçavan û burdûmanan ragire ku di encam de tenê xelkê sivîlên wan deveran dibin qurbanî.
Roj bo rojê PKK û Turkîya zêdetir dikevin nav axa Başûra Kurdistanê, hevwelatîyên sivîl jî qurbanîyên yekê ne di vî şerî de.
Tenê di dema sê rojan de bi egera burdûmana firokeyên cengîyên Turkîyayê, 6 hevwelatî şehîd bûn û 5ên din jî birîdarbûn, ku tevaya qurbanîyan danîşvanên deverên sinûrîyên Herêma Kurdistanê ne.
K24
