Osman Ocalan: PKK li hember Başûr gunehên mezin dike
Piştî ku PKKê ragihand, hêzeka taybet bi Başûrê Kurdistanê ava kiriye, rastî nerazîbûnên berfireh hat. Herî zêde jî partî û siyasetmedarên Bakûrî li dijî vê reftara PKKê derketin û derdikevin.
Yek ji wan kesên ku bi tundî li dijî wê pêngava PKKê ye, Osman Ocalan e.
Osman Ocalan li ser vê mijarê ji televîzyona K24 re gotiye, ji ber ku PKK hurmeta gelê Başûrê Kurdistanê nagire çi pêngavek li Başûr avêtiye, tê de bi ser neketiye. Dê di vê de jî bi ser nekeve.
Osman Ocalan, ku birayê rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan e jî, her wiha gotiye, PKK bi reftarên xwe li Başûr gunehên mezin dike. Divê PKK rastiya Başûr bibîne û qebûl bike…
Wî siyasetmedarê Bakûrî bang li PKKê kir dest ji wan kar û reftarên xwe yên xelet berde…
Basnews
