• Tuesday, 17 February 2026
logo

Şerqulewset: Rêveberên grubên çekdar ên Iraqê yên ser bi Îranê geheştin Sûriye û Lubnanê

Gulan Media October 15, 2023 Nûçe
Şerqulewset: Rêveberên grubên çekdar ên Iraqê yên ser bi Îranê geheştin Sûriye û Lubnanê

Rojnameya Şerqulewset ragehand, hejmarek ji rêveberên leşkerî yên Iraqê yên ku ser bi Îranê ne, bi berdewamiya şerê li Xeta Xezeyê geheştin Sûriyê û Lubnanê.

Grubên çekdar ên Iraqê piştgiriya xwe ji bo Xeze li dijî Îsraîlê ragehandine û di şerê 7-8 rojên borî yên navbera Tevgera Hemas û Îsraîlê de piştevaniya xwe ji bo Hemasê aşkera kirine. Li gor rojnameya Şerqulewset dibêje, hin ji berpirsên grubên çekdar ên Iraqê yên ser bi Îranê jî ber bi Şam û Beyrutê ve çûne.

Şerqulewset bi rêya çavkaniyekî radigehîne, rêveberên grubên çekdar û hejmarek ji çekdarên xwe ve çûne wan herdu welatan, lê merc nîne ku erkê şer ji wan re bê spartin, ji ber ku dibe bo çavdêriyê û hemahengiyê çûbin gel grubên çekdar ên li Sûriye û Lubnanê.

Heman rojname dibêje, grubên çekdar ên Iraqê name ji aliyê Îraniyan ve li ser rewşa Xezeyê geheştiye wan û ji wan re hatiye gotin ku destwerdana rasterast ji bo piştgiriya li Hemasê bikin û ji bo wê jî pêwîstî bi rewşeke guncaw heye û dibe ku ew rewşa guncaw di demekî nêzîk de pêkbê.

Ji aliyekî din ve rojname aşkera dike, saziyên ragehandina partiyên Çarçoveya Hemahengiya Iraqê dibêjin, grubên çekdar ên Iraqê amadene ji bo şer di qadê de li dijî berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê bikin.

Dawiyê de jî Şerqulewset dibêje, Feyleqa Quds a Îranê daxwaz li grubên milîs kiriye ku amadebin û li benda fermana Îranê bin ji bo her egerekî.

 

Basnews

Top