Serok Barzanî sersaxiyê li malbata nivîskar û rojnamevan Ebdilxenî Elî Yehya dike
Serok Barzanî di peyamekê de amaje kir, ku Ebdilxenî Elî Yehya nivîskar û rojnamevanek niştîmanperwer û berevanîkar li maf û azarên miletê xwe bû.
Bi vê boneya xembar, sersaxî bo malbat, kesûkar, nivîskar û rojnamevanan dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Îro, nivîskar, rojnamevan û şirovekarê siyasî Ebdilxenî Elî Yehya koça dawî kir.
Yehya, di sala 1943an de li gundê Girdepan a ser bi qezaya Akrê ji dayik bû ye û qonaxên xwendinê li bajarê Mûsilê temam kiriye. Zêdetir ji 50 salan, di warê wêjeyî de kar kiriye û li çendîn rojname û kovarên herêma Kurdistanê û Iraqê gotar nivîsandiye.
Ebdilxenî Elî Yehya, endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û endamê Federasyona Rojnamevanên Navdewletî bû.
