• Friday, 13 February 2026
logo

Li Londonê konferansek li ser Kerkûk û Mûsilê hat sazkirin

Li Londonê konferansek li ser Kerkûk û Mûsilê hat sazkirin
Kerkûk û Mûsil weke projeyên mezin ji bo veberhênanê ji aliyê rayedarên Iraqî tê nimayîşkirin û Wezîrê Petrola Iraqê behsa geşeya dahata welatê xwe û budceya pêwîst a ji bo dubare avakirinê dike.



Parêzgarê nû yê Neynewayê diyar dike, ji bo ku Mûsil û Neynewa vegere rewşa xwe ya sala 2014an pêwîstî bi milyaran heye.



Di çarçoveyên panelên taybet bi Kekûk û Mûsilê de, Elî Saleyî ku berî niha Serokê Lijneya Neft û Gazê bû di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de, dilê wî tijî bû ji ber rewşa Kerkûkê û tevî gilîkirina li nebûna yekdengiya Kurdan ji bo Kerkûkê, dibêje nefta Kerkûkê ji bo me negbet e.



Kompaniyên avakirinê û nûnerên wan, kêm beşdarî konferansê bûn, lê piraniya kompaniyên ku beşdar bûn, di kerta neft û gazê de bûn.

Rudaw
Top