Amerîkayê li hember êrîşên Tirkiyê yên li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek tund belav kir
Qesra Spî ragehandineke tund li dijî êrîşên Tirkiyê bo ser bakurê rojhelatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) belav kir û amaje bi wê yekê da ku Serokê Amerîkayê êrîşên Tirkiyê wekî metirsî li ser berjewendiyên welatê xwe û xelkê sivîl ê deverê dibîne.
Li roja 12ê Cotmeha 2023ê, Qesra Spî di ragehandinekê de amaje da biryara 13894 ku li 14ê Cotmeha 2019ê taybet li ser êrîşên li ser siyaseta derve û ewlehiya niştîmanî ya Amerîkayê hatibû derxistin, û pareke wê ya taybet li ser rewşa Sûriyê û êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê dirêj kir.
Qesra Spî ragehandiye, êrîşên hikûmeta Tirkiyê bo ser bakurê rojhelata Sûriyê li ser bizavên rûbirûbûna DAIŞê gef in û jiyana xelkê sivîl dixin metirsiyê. Di eynî demê de Qesra Spî ew êrîş wekî gef li ser ewlehî, seqamgîrî û aştiya deverê dîtine.
Qesra Spî di wê ragehandinê de amaje bi wê yekê jî daye, “êrîşên Tirkiyê bo ser deverê li ser ewlehiya niştîmanî û siyaseta derve ya Amerîkayê gefên gelek mezin û cidî ne”.
Qesra Spî belav kiriye jî, Serokê Amerîkayê Joe Biden ji aliyê xwe ve her bi wê nerînê para 202(D) ya biryara 13894 ji bo dema salekê dirêj kir ku girêdayî rewşa Sûriyê ye, û piştî 14ê Cotmeha 2023ê dê bi rengekî aktîv bimîne.
Di eynî demê de ew ragehandina Qesra Spî diçe nav beyannameyên federalî û arasteyî Kongreya Amerîkayê jî tê kirin û çalakiyên supayê Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî de li dijî DAIŞê dê berdewam bin.
Tevî ku ev ji bo heyama çend salekan e operasiyonên serbazî yên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê li dijî çekdarên PKKyê û YPGyê berdewam in, piştî teqîna destpêka vê mehê ya Enqerê ku PKKyê berpirsyarîtiya wê girt serxwe, Tirkiyê bombebaranên xwe li ser Rojavayê Kurdistanê girantir kirin.
Herwaha li roja Pêncşemê, 5ê Cotmeha 2023ê, du berpirsên Amerîkayî ku nexwest navên wan bên eşkerekirin ji bo Ajansa Reutersê ragehandibû, balafireke F16 ya Amerîkayî droneke Tirkiyê li nêzî hêzên Amerîkayê li bakurê Sûriyê xistibû xwarê.
Paştir Berdevkê Pentagonê Pat Ryder di konfiranseke rojnamevanî de ragehandibû, “me ji bo xweparastinê drona Tirkiyê xistiye xwarê, herwaha çi amajeyek nîne ku Tirkiyê niyeta êrîşê hebûbe”. Herwaha wî got jî, “drona Tirkiyê li ser hêzên me metirsî bû”. Wî herwaha nîgeraniya Amerîkayê jî li ser bordumanên Tirkiyê li Sûriyê jî ragehand.
Roja Înê, 6ê Cotmeha 2023ê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken peyamek li tora civakî ya “X”ê belav kir ku tê de hatibû, “ez bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Hakan Fîdan, re axiftim, me behsa çalakî û hemahengiyên navbera Amerîkayê û Tirkiyê ji bo armancên me yên hevpar kir ku ji nehêlana gefên terorsitan pêk tê”.
Basnews
