• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hunermenda Kurd Cemîle Şahîn li Londonê xelata CIRCAyê wergirt

Gulan Media October 14, 2023 Corane
Hunermenda Kurd Cemîle Şahîn li Londonê xelata CIRCAyê wergirt

Hunermenda ji parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê Cemîle Şahîn li Londona paytexta Brîtanyayê xelata navdewletî ya sala 2023yan a CIRCAyê bi dest xist.

Xelata CIRCAyê yek ji xelatên herî girîng ên di warê huner û edebiyatê de ye.

Hunermenda Kurd Cemîle Şahîn ku hemwelatiya Almanyayê ye, li Londona xelata 2023yan a CIRCAyê wergirt.

Cemilê Şahîn bi kurtefilmeke xwe ya bi navê “Four Ballads for my Father – Spring (2022)” (Ji Bo Bavê Min 4 Balad-Bihar) ew xelat bidest xist.

Fîlma Cemilê Şahînê behsa çîroka malbateke Kurd dike ku di navbera Stenbol û Parîsê de ji hev veqetiyane.

Hunermend Ferhat Tunç jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî pîrozbahî li Cemîle Şahîn kir û got:

“Hunermenda Dêrsimî Cemîle Şahîn bi filma xwe ya Ji Bo Bavê Min 4 Balad-Bihar (2022) xelata 2023yan a CIRCAyê bi dest xist.

Merasîma xelata vê filma ku behsa çîroka jihevqetîna malbeteke Kurd a di navbera Stenbol û Parîsê de dike, li  Piccadilly Lightê a Londonê hat kirin. Ez ji ber vê serkeftinê Cemîle ji dil pîroz dikim.”

Xelata CIRCAyê ligel 36 hezar dolaran salane li ser dahênerên serkeftî yên huner û edebiyatê tên dabeşkirin.

 

Rudaw

Top