• Friday, 13 February 2026
logo

PDKê mercên xwe bo hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê eşkere kir

PDKê mercên xwe bo hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê eşkere kir
Berpirsekî PDKê mercên partiya xwe bo ku beşdarî hilbijartinên encumena parêzgeha Kerkûkê bike, eşkere kir.

Endamê encumena serkirdetiya PDKê li Kerkûk û Germiyanê, Ferhad Kerkûkî ji BasNewsê re got, ji bona ku em beşdarî hilbijartinên encumena parêzgeha Kerkûkê bibin hinek mercên me hene.

Ferhad Kerkûkî her wiha got, yek ji mercên me ew e ku rewşa Kerkûkê normal bibe, koçberên wî bajarî vegerin ser mal û warê xwe. Ewên ku ji derve jî hatine Kerkûkê, jê derkevin.

Wî berpirsê PDKê da zanîn, mercekî din jî ew e ku hêzên çekdar û serbazî li nav Kerkûkê nemînin û rêveberiya bajêr bikeve destê berpirsên sivîl. Eger ev merc bicîh bên wê çaxê PDK dê beşdarî hilbijartinên encumena Kerkûkê bibe.

Hilbijartinên encumenên parêzgehan dê roja 20 Nîsana 2020 tê kirin.

Basnews
Top