• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgira Arîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê dike

Gulan Media October 13, 2023 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgira Arîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê dike

Serokê Hiukûmeta Herêma Kurdistanê û Cîgira Arîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekezê dikin ku, divê mûçexurên Herêma Kurdistanê jî wekî mûçexurên din ên Îraqê bi rengekî asayî û bê arêşe mûçeyên xwe bi rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê webigirin.

Roja Pêncşemê, 12ê Cotmeha 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkayî bi serokatiya Cîgira Arîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Victoria Tailor, kir.

Di wê hevdîtinê de danûstandin li ser dawî pêşhatên rewşa giştî ya Îraqê û deverê û giringî û pêdivîtiya çareserkirina bingehîn a arêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal hatin kirin. Taybet piştî  serdana vê dawiyê ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê, derfeteke erênî ji bo çareserkirinê hatiye pêş ku pêdivî ye neyê windakirin.

Herdu alî yek bûn ku divê mûçexurên Herêma Kurdistanê jî wekî mûçexurên din ên Îraqê bi rengekî asayî û bê arêşe mûçeyên xwe bi rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê webigirin.

Herwesa tekez li ser giringiya destpêkirina şandina nefta Herêma Kurdistanê bi rêya Benderê Ceyhanê bi zûtirîn dem hat kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku divê rêz li sîstema federalî ya Îraqê û qewareya Herêma Kurdistanê bê girtin û mafên tevaya pêkhatên Îraqê parastî bin.

Çaksaziyên kabîneya nehê û taybet dîjîtalkirina xizmetkariyan û aktîvkirina sîstema bankî û herwesa zêdekirina bizavan û kirina kar û pirojeyên hevpar ji bo rûbirûbûna bandorên nerênî yên seqayê çend tewerekên din ên danûstandinên wan bûn.

 

K24

Top