Mehmûd Osman: Siyaseta PKKê şaşe!
Mehmûd Osman ji K24ê re ragehand: Tirkiye bi bahaneya hebûna PKKê deverên başûrê Kurdistanê bombebaran dike û hemwelatî jî dibin qurbanî.
Herweha ragehand: ‘’Pêwîste hemû partiyên Kurdistanî gotobêjan li gel PKKê bikin û berjewendiyên Herêma Kurdistanê çawaye bi wî awayî reftarê bikin.
Tekez jî kir ku pêwîste Tirkiye careka din dest bi proseya danûstandinan bike.
Encama bombebarana balefirên şer ên Tirkiyê yên li devera Birdost û Qendîlê ya wan dû rojan de 5 hemwelatî şehîd bûne û 6 jî birîndar bûne.
Tirkîya bi bahaneya hebûna binke û bareghên PKKê, wan gund û deverên sinûrî yên Herêma Kurdistanê bombebaran dike.
Basnews
