• Friday, 13 February 2026
logo

5 endamên malbetekê canê xwe ji dest dan

5 endamên malbetekê canê xwe ji dest dan
Duhê êwarê li devera Batîfa ya ser bi Zaxo ya li parêzgeha Dihukê, 5 endamên malbetekê ku bi qesda avjeniyê ketibûn nava rûbara Xabîrê, jiber zêde bûna avê bin av ketine û canê xwe ji dest dane.

Hêzên hawarhatinê yên li deverê piştî bûyerê çûnê cîha bûyerê û karîne termê 3 ji wan di nava avê de derbixin lêbelê termê du kesên din hîn jî nehatiye dîtin.

Top