• Tuesday, 17 February 2026
logo

Almanya 30 hezar welatiyên Kurd û Îraqî vedigerîne

Gulan Media October 12, 2023 Nûçe
Almanya 30 hezar welatiyên Kurd û Îraqî vedigerîne

Daxwaza penaberiya wan nehatiye qebûlkirin.

Balyoza Almanyayê li Bexdayê Christiana Homann di dema beşdarî kirin di panelekê de li Hewlêrê ragihand ku, hijmareke gelek zêde welatiyên Kurd û Îraqî çûne Almanya û daxwaza penaberiyê ji Almanyayê kirine.

Christiana Homann diyar kiriye ku, daxwaza 30 hezar welatiyên Kurd û Îraqî bo wergirtina mafê penaberiyê li Almanyayê nehatiye qebûlkirin û di wan rojan de hikûmeta Almanyayê wan welatiyan vedigerîne Kurdistan û Îraqê.

 

Top