Hikûmeta Herêmê: Divê çekdarên PKKê ji gundan dûr bikevin
Di daxuyaniya Hikûmetê de hatiye, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dilgiranî û nigeraniya xwe ya kûr ji bo qurbaniyên sivîl ên di encama bombebarana navçeyên sînorî yên bi Tirkiyê re derdibirîne û serxweşiyê li kesûkaranên wan dike.”
Di daxuyaniyê de hat, “Hebûna çekdarên PKKê li wan navçeyan û nêzîkbûn û hatina bi qest nava gundên û deverên sivîl, bi xemsarî jiyana gundiyên wan navçeyan xistiye metirsiyê û herwiha bûne rêgir li pêş vegera jiyan û avedankirinê.”
Amaje bi wê kir, “Hikûmeta Kurdistanê qebûl nake û rê nade xaka wê ji bo têkdana asayişa welatên cîran bikar bê û jiyana xelkê Herêma Kurdistanê bikeve metirsiyê.
Di daxiyaniya Hikûmeta Kurdistanê de hat, divê gundên sînorî nebe meydana şer û pevçûnên leşkerî û bombebaranê. Divê çekdarên PKKê ji gundan dûr bikevin û wan nexin bin metrisiyê.
Herwiha hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê bûyer û bombebaranên çend rojên bûrî li navçeyên sînorê nîgeraniya xwe gihandiye Tirkiyê û daxwaz dikin ew dubare nebin.”
