Çend milîsên Iraqî xwe amade dikin ku beşdarî şerê Hemasê li dijî Îsraîlê bibin
Çavkaniyekiye Iraqê îro roja sêşemê 10.10.203an ragihandiye çend komê nmilîsên Iraqî yên hevalbendên Îranê dest bi amadekariyan kirine ku tevlî Hamasê bibin di şerê dijî Îsraîlê.
Serkirdeyekî navdar ê Hizbullaha Iraqê ji El-Erebiye el-Cedîd re ragihand ku tevî çend daxuyaniyên serkirdeyên milîsên çekdar ên li Bexdayê ji roja Şemiyê ve ku ew amade ne beşdarî şerê dijî Hemas û Îsraîlê bibin û wan madekariyên beşdarbûna şerê Hemasê li dijî Îsraîlê bi dawî kirine.
Civîna ku serkirde û nûnerên heft milîsên Iraqî tê de beşdar bûn, biryar hat dayîn ku rasterast destwerdanê bikin di egera her pevçûneke çekdarî di navbera Hizbullah û Îsraîlê de, el-Erebiya el-Cedîd ragihand.
Her wiha soz dane ku di nava çend saetan de çek û kelûmelên leşkerî ji Sûriyeyê bigihînin sînorên Îsraîlê û eniya şer a leşkerî.
Basnews
