• Tuesday, 17 February 2026
logo

HSD: 2 zarok li Eyn Îsayê di êrîşên Tirkiyeyê hatine kuştin

Gulan Media October 11, 2023 Nûçe
HSD: 2 zarok li Eyn Îsayê di êrîşên Tirkiyeyê hatine kuştin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, di encama êrîşên artêşa Tirkiyeyê li ser bajarokê Eyn Îsayê de, 2 zarok hatin kuştin.

Navenda Ragihandina HSDê îro di daxuyaniyekê de, amarên êrîşên duhî 9ê Cotmehê yên artêşa Tirkiyê li ser navçeyên cuda ên Rojavayê Kurdistanê û navçeyên ku di bin kontrola HSDê de ne belav kirin.

Navenda Ragihandina HSDê da zanîn, artêşa Tirkiyê 30 xalên cuda li Til Temir, Efrîn, Şehba, Eyn Îsa, Girê Sipî û Dirbêsiyê bombebaran kirin ku di nava wan de, xalên rêjîma Sûriyeyê jî hebûn.

Da zanîn jî, di encama êrîşan de 2 zarok li Eyn Îsayê hatin kuştin û 5 jin li gundewarê Dirbêsiyê birîndar bûne.

Artêşa Tirkiyeyê ji roja 5ê Cotmehê ve navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê, saziyên xizmetkariyê, navendên HSD û asayişê bombebaran dike, di encamê de jî gelek ziyanên canî û madî derketine.

HSDê di daxuyaniyeke din jî amarên êrîşên çend rojên borî yên artêşa Tirkiyeyê belav kirin û diyar kir, di encama êrîşan de, 45 kes hatine, 11 ji wan sivîl bûn, yên din jî endamên asayişê bûn.

 

 

K24

Top