• Tuesday, 17 February 2026
logo

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê: Ji bo alîkariya niştecihên Xezeyê divê korîdoreke mirovahî bê vekirin

Gulan Media October 11, 2023 Nûçe
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê: Ji bo alîkariya niştecihên Xezeyê divê korîdoreke mirovahî bê vekirin

Berdevkê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) banga vekirina korîdora mirovî bo Xezeya Filistînê kir da ku pêdiviyên tenduristiyê bigihîne niştecihên bajêr.

Tariq Yasarîfîç di kongirekî rojnamevanî de got: "Divê korîdoreke mirovî di zûtirîn dem de were vekirin da ku alîkarî bigihe niştecihên Xezzayê." Yasarîfîç di kongirekî rojnamevanî de got, herwiha ew rêxistin bi berdewamî ligel aliyên pêwendîdar di peywendiyê de ye.

Yasarfîç got ku hêjmara kelûpelên pizîşkî li Xezzayê bi dawî bûne ji ber ku hejmara qurbaniyan zêde ye û di çar rojan de zêdetir ji 13 êrîş li ser navendên tenduristiyê yên Xezayê ji aliyê Îsraîlê ve hatine encamdan.

Neteweyên Yekbûyî roja Sêşemê dorpêçkirina tam a li ser Xezayê piştrast kir û got ku ew li gorî qanûnên mirovahî yên navneteweyî qedexe ye.

Top