NY, çavdêriya encamên xiyaneta 16ê cotmehê dike!
Parlamenterê PDKê û biryarderê lijneya asayiş û berevaniyê li parlamentoya Iraqê Nasir Herkî ragehand, piştî serdana serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Bexdayê, lijneyek ji sê pêkhateyên kurd, ereb û tirkmen pêkhatiye.
Lijne gotûbêja çawaniya asayî kirina rewşa wan navçeyên Kurdistanê dike û Nasir Herkî ragehand, NY jî endame di wê lijneyê de û çavdêriya asayî kirinê dike.
Nasir Herkî ji malpera PDKê re ragehand, ew derbarê wê lijneyê de geşbîn in û got: ‘’Bendewariyên me hene ku em bigehin encamekî.’’
Ji ber xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê Kerkûk û navçeyên Kurdistanê ji aliyê milîsên Heşdî Şeibî ve hat dagir kirin û berpirsên rewa ên wan navçeyan ji karên xwe hatin dûrxistin.
Basnews
