• Tuesday, 17 February 2026
logo

Emar Hekîm: Derfeteke baş bo çareser kirina kêşeyan heye

Gulan Media October 10, 2023 Nûçe
Emar Hekîm: Derfeteke baş bo çareser kirina kêşeyan heye

Li gel Serokwezîrê Kurdistanê civiya.

Êvara îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Emar Elhekîm civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Êvara îro me pêşwaziya Serokê tevgera nîştimanî ya Hikme birêz Emar Elhekîm kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê guhertinên dawî û pêşhatên nava rewşa Îraq, deverê û pêwîstî û girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de kir.

Me tekez li ser vê yekê kir ku, eger niyet başî hebe vê demê çareser kirina kêşeyan ne zehmete û ev yek dubare kir ku, lazime weke pêgeheke destûrî û federalî û di çarçoveya destûrê de li hember herêma Kurdistanê nizîkatî were kirin.

Serokê tevgera nîştimaniya Hikme behsa vê yekê kir ku, serdana me ya vê dawiyê ya bo Bexdayê roleke girîng û erênî bo zelal kirina babetên têkildar bi kêşeyên navbera herêm û hikûmeta federalî de lîstiye û got: Niha derfeteke baş bo çareser kirina kêşeyan bi rêya diyalog û bihêztir kirina baweriyê li ser esasê rêkeftinan û destûrê heye.

 

 

 

Top