• Tuesday, 17 February 2026
logo

Îro li Rojavayê xwepîşandan tê kirin

Gulan Media October 10, 2023 Nûçe
Îro li Rojavayê xwepîşandan tê kirin

Merasîma veşartina cenazeyên şehîdan jî tê lidarxistin.

Piştî êrîşa duhê ya Tirkiyeyê bo ser akademiya asayîşê ya li Dirêkê û şehîd bûna 29 endamên asayîşê, Fermandariya giştî ya hêzên Sûriyeyê demokratîk daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, Fermandarê giştî yê HSD Mezlûm Ebdî ferman kiriye îro merasîmeke biheybet bo veşartina şehîdan were organîzekirin û piştî veşartina şehîdan, xwepîşandaneke girseyî jî li dijî êrîşên Tirkiyeyê were lidarxistin.

Weke tê zanîn ev zêdetir ji yek hefteye êrîşên Tirkiyeyê yên bo ser jêrxana Rojavayê Kurdistanê berdewamin û duhê jî Tirkiye êrîşî akademiya asayîşê kiribû û 29 endamên asayîşê canê xwe ji dest dabûn.

Top