Heyder Şeşo: Bxda berpirsyare ji hêrşên Turkîyayê bo ser Qendîlê
Berpirsê Hêza Paraztina Êzdîxanê got jî: bi egera sîyaseta şaşa PKKyê bi sedan xortên Kurd li başûr û rojava ya Kurdistan bûyine qurbanî.
Heyder Şeşo got jî: Bexda dikare daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî bike hêrişên Turkîyayê bo ser derverên sinûrîyên Herêmê bihê ragirtin.
Duhî careka dî firokeyên cengîyên Turkîyayê binarê Qendîlê burdûmankirin û bi egera wê jî çar hevwelatî şehîd bûnû heft jî birîdar bûn. Herweha evro jî devera biradost burûman kir û hevwelatîyek şehîd bû û birayê wî jî birîdar bû.
K24
