• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hejmara kuştiyên Îsraîlê 700 kes derbas kir

Gulan Media October 9, 2023 Nûçe
Hejmara kuştiyên Îsraîlê 700 kes derbas kir

Medya Îsraîlê ragihand, hejmara Îsraîliyên ku di du rojên borî de ji aliyê komên Filistînî ve hatine kuştin, 700 kes derbas kiriye û nêzîkî 2200 kes jî birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî ragihand, di bombebaranên Îsraîlê de 470 kesan li karta Xezzeyê canê xwe jidest dane û zêdeyî 2100 kes jî birîndar bûne.

Rayedarên tenduristiyê yên Filistînê diyar kirin, ji tirsa bombebarana Îsraîlê, 70 hezar kesî li Xezzeyê xwe spartine dibistanan.

Hevdem jî, şer û pevçûnên di navbera artêşa Îsraîlê û Hemasê de li navçeyên Sidort, Eskelan û 5 deverên din ên Karta Xezzeyê berdewam dikin.

Li gorî ajansa “Reuters”, hejmara Îsraîliyên ku ji aliyê komên Filistînî ve dîl hatine girtin, gihîştiye zêdetirî 150 kesî û 700 kes jî winda ne.

Peyamnêrê K24ê li Xezzeyê da zanîn, şeva borî û îro danê sibê jî artêşa Îsraîlê di bonbebarankirina karta Xezzeyê de berdewam bû û cihê sivîlan û cihê ku tevgera çekdarên Hemasê lê heye armanc kirin.

Artêşa Îsraîlê ragihand, wan şeva Yekşemê û Duşemê "zêdetir ji 500 cihên" tevgera Hemas û Cîhada Îslamî li Xezzeyê bombebaran kirine.

Roja 7ê Cotmehê baskê leşkerî yê Tevgera Hemasê zêdetir ji 5 hezar mûşek ji Karta Xezzeyê avêtin herêmên Îsraîl û cihûyan. Hejmarek ji çekdarên filistînî jî sînorê derbasî navçeyên di bin kontrola Îsraîlê bûn û şerê kolanan di navbera wan û hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê derket.

Li hember vê yekê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu şer li dijî Hemas û komên çekdar ên Felestînî ragihand û bang li xelkê Xezzeyê kir ku deverên xwe vala bikin, piştî wê jî artêşê dest bi êrîşên bejayî û asmanî li ser Xezzeyê kirin.

 

K24

Top