Qeladizê - Ji ber bordûmana firokeyên Tirkiyê 4 sivîl şehîd bûn
Hevserokê Şarewaniya Qendîlê ji BasNewsê ra axivî û aşkere kir îro li gundê Berdkuran ê ser Sengeserê, firokeyên cengî yên Tirkiyê otombîleke hemwelatiyên sivîl borduman kir û di encamê da 4 kes şehîd bûne û kesek jî birîndar bûye.
Herwiha berpirsê berpirsê Nexweşxaneya Ranyayl Mihemed Ebdulla jî ji BasNewsê ra axivî û da znîn ku heta niha termê şehîdekî û çar birîndaran bo nexweşxaneyê hatine û terme sê şehîdan jî bo nexweşxanê dihête anîn.
Bi bahaneya hebûna binkeyên gerîlayên PKKê balafirên şer yên Tirkiyê bi berdewamî navçeyên sînorî yên Bakur û Başûrê Kurdistanê bordûman dike. Herwiha gelek caran ji ber wan bordûmanan xelkê sivîl dibin qurbanî.
Basnews
