• Friday, 13 February 2026
logo

Yekîtiya Ewropayê wê 22 milyon Euro bide Herêma Kurdistanê

Yekîtiya Ewropayê wê 22 milyon Euro bide Herêma Kurdistanê
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî dibêje, Yekîtiya Ewropayê (YE) biryar daye ku 22 milyon Euro bide Herêma Kurdistanê ji bo temamkirina çend projeyên penaberan yên ku nîvcî mane.

Dilawer Ajgeyî ji malpera KDPinfo axivîye û gotiye:“Bi nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê em di Konferansa Salane ya Yekêtiya Ewropa de beşdar bûn, ku ew konferans ji wan wan welatên ku ketine bin bandora krîza Sûriyê, hatibû lidarxistin. Di konferansê da destxweşî li Herêma Kurdistanê hat kirin ku di çend salên derbasbûyî de alîkarî û xizmetên pir mezin di warê mirovî de pêşkêş kiriye.”

Herwiha Ajgeyî got: “Di konferansê de biryar hat dan ku 22 milyon Euro bidin Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber ku hejmareke mezin ji penaberên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê ne û dê ew pere ji bo projeyên alîkariya penaberan bin. Nexasim projeyên av û karebe û projeyên din ên ku nîvcî mane wê bihêne temamkirin.”

Basnews
Top