• Tuesday, 17 February 2026
logo

Almanya têkiliyên xwe li gel Îraq û Kurdistanê pêşde dibe

Gulan Media October 9, 2023 Nûçe
Almanya têkiliyên xwe li gel Îraq û Kurdistanê pêşde dibe

Serokwezîr li gel balyoza nû ya Almanyayê civiya.

Duh Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyoza nû ya Almanyayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Me pêşwaziya Balyoza nû ya Almanyayê li Îraqê birêz Christiane Homan û şandeke pê re kir.

Jiber destbikar bûna vê me pîrozbayî li balyoza nû ya Almanyayê kir û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest û herwiha spasiya hevkarî û piştîvaniya Almanyayê bo herêma Kurdistanê kir.

Mijara sereke  ya civîna me taybet bû bi, girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî û hemfikir bûn li ser pêwîstiya rêzgirtin ji sîstema federalî û parastina mafên gelê Kurdistanê û tevahiya pêkhateyan di çarçoveya destûrê de.

Balyoza Almanyayê amadebûna welatê xwe bo pêşde birina têkiliyan li gel Îraq û herêma Kurdistanê diyar kir bi taybetî di warê hêlbirîn û bazirganî de.

 

 

Top