• Tuesday, 17 February 2026
logo

Berpirsa YNKê Şirîn Hemebor: Kurên Beisiyan kirin berpirs nav YNKê de

Gulan Media October 8, 2023 Nûçe
Berpirsa YNKê Şirîn Hemebor: Kurên Beisiyan kirin berpirs nav YNKê de

 Cîgira berpirsa malbenda 9 a Şarezor a YNKê nîgerane ku li sînorê parêzgeha Helebce eşîreta wan ji aliyê YNKê ve hatiye piştguh kirin û dibêje: ‘’Mixabin kurên cehş û misteşaran anîne pêş û Pêşmergeyên kevin jî ber bi paş ve birin.’’

Yek ji rêveberên YNKê li sînorê Helebce ya Şehîd û xwedî malbatekî diyar a mezin a YNKê li wî bajarî Şirîn Hemebor e û ji BasNewsê re ragehand: ‘’Pêwîst bû li kongreya YNKÊ de kesekî Hewramî bikiran endamê rêveberiyê, eger heq û maf be divê Cemîl Hewramî, yan Heme Hemeseîd hatiban erkdar kirin, ew qurbaniyên Helebcê ji bo YNKê dane, li ti cîhekî nehatiye dayîn. YNK di nav vê pir partiyên wî bajarî de serkeftî bûye, lê nabe li Helebce rêveberekî wê nebe, eşîreta Kokoyî, Ênaxî, Şemêranî, Zerdoyî li deverê hene, başe çima kesek li eşîreta Kokoyî nehate danîn.’’

Derbarê nîgeraniyên xwe yên ji bo Helebce û Hewramiyan de li kongreyê û bandorên li ser YNKê li vî sînorî de jî got: ‘’Ez ji vê derê ve dibêjim, ti rêveberekî YNKê li sînorê Helebce tine û di nav kongreyê de nekirin rêveberê partiyê. Mixabin nûnerên YNKê li Helebce û kongreya YNKê berpirs li pişt bûn, kar ji bo xwe kirin û li kongrê jî nekarîn berevaniyê li bajarê Helebce bikin. Mixabin xelkekî zêde me heye, di salên 1970yan de heta naha her di çiyayan de bûye, gelek westiya ye û qurbanî daye, birîndar bûye, şehîd daye, mixabin ciwanên wisa jî me hene ku pir zêde ne û eger bi navê Helebce ve ciwan danîban, pêwîst bû kesek ba ku xwedî xebata dema borî ba.’’

Herwaha got: ‘’Pêwîste rêveberiya partiyê Helebce li berçav re derbas bike, eger partî Helebce piştguh bixe û çavê wê lê nebe û xizmeta wê neke, bi hewara kesûkarên şehîd û girtiyên siyasî û kîmyabaranan ve neçe û fikir li ser neke, ku ji 76ê ve bûne Pêşmerge, dê gelek zêdetir ziyan bibînin. Mixabin çawa li Helebce xelk nîgeran nebe, ku xelkê wisa heye ji sala 76ê heta naha nav YNKê de Pêşmerge ye lê naha kurên cehş û misteşaran anîne pêş û Pêşmergeyên kevin jî bi paş ve birine.’’

Şirîn Hemebor dibêje: ‘’Kurên Beisiyan bûne berpirs û nav YNKê de Beisî û kurên cehş û misteşaran re berpirsyartî hatiye dayîn.’’

 

Basnews

Top