• Tuesday, 17 February 2026
logo

Bafil Talebanî razî nîne 4 kesên nêzîk Qubad Talebanî bike endamê rêveberiya YNKê

Gulan Media October 8, 2023 Nûçe
Bafil Talebanî razî nîne 4 kesên nêzîk Qubad Talebanî bike endamê rêveberiya YNKê

 Qubad Talebanî di hewldanekî cîdî de ye ku 4 kesên nêzîkî xwe bigehîne encûmena rêveberiya YNKê, lê Bafil Talebanî razî nîne û endamekî rêveberiya YNKê jî bi henekî behsa danîna wan kesan a di rêveberiya YNKê de dike.

Çend roje beşek li pêgehên nêzîk Qubad Talebanî di torên civakî de bangeşeya wê yekê dikin ku biryara Serokê YNKê Bafil Talebanî ve Wezîrê Plandanan Dara Reşîd, Wezîra Çandiniyê Bêgerd Talebanî, Sekreterê Qubad Talebanî Semîr Hewramî û Wezîrê Dad a Iraqê Xalîd Şiwanî dê bibin endamê encûmena rêveberiya YNKê, ew jî dê di wê çarçoveyê de be ku di kongreyê de ji Bafil Talebanî re ew desthilat hatiye dayîn ku dikare 10 kesan ji endamên rêveberiyê zêde bike.

Vê derbarê de endamê encûmena rêveberiya YNKê Seidî Ehmed Pîre ji BasNewsê re ragehand, eger YNKê di nav parlamento, yan hikûmet, yan serokatiya Herêmê, peywirên serok an jî cîgir hebe, wê demê ew kesane dikarin bibin endamên encûmena rêveberiyê, lê wezîr, wekîlê wezîr û parlamenter nikarin bibin endamê encûmena rêveberiyê.’’

Derbarê wan gotegotên ku behs dikin dê çar kes bibin rêveberê YNKê û bi taybet jî Sekreterê Qubad Talebanî Semîr Hewramî dê bibe rêveberê YNKê Seidî Pîre got: ‘’Ew gotinên çapemeniyê ne, nexêr ew nav ji bo rêveberiyê nehatiye behs kirin.’’

Seidî Pîre got: ‘’YNKê hejmareke zêde ya endaman heye, mafê wan heye di peywirekî de bin, ji ber wê eger 3 peywir ji kesekî re bê dayîn, wê demê mafê du kesên din xwariye. Ji ber wê jî yek peywir ji bo kesekî bes e, tişta ku naha tê kirin, cureyek li dadperwerî û dabeşkirina peywirane û ne mijara şiyanê ye.’’

Herwaha got, wan daxwaz kiriye 12 an jî 14 kes wek endamên polîtburoya YNKê bên diyar kirin, derveyî wê ‘’Encûmena bilind a berjewendiyên YNKê heye, ku 21 kes e, kesekî ku hatiye diyar kirin Şêx Cehfer Mistefa ye, lê 20 kesê din diyar nîne. Herwaha encûmena piştîvaniyê dê me hebe ku dê 100 kes be, hemû desthilat û erkê wan hatiye diyar kirin, lê hîn nehatiye diyar kirin ku kî dê di wê encûmenê de be. Derveyî wê jî hejmara malbend û mekteban dê bê kêm kirin, lê ew mijar û guhertin dibe ku bikevin piştî helbijartinên encûmena parêzgeh û parlamentoyê.

 

Basnews

Top