• Tuesday, 17 February 2026
logo

Kovara Forbesê ya Amerîkayî 20 baştirîn cihên geştiyariyê li ser astê cîhanê eşkere kirin

Gulan Media October 7, 2023 Corane
Kovara Forbesê ya Amerîkayî 20 baştirîn cihên geştiyariyê li ser astê cîhanê eşkere kirin

Kovara Fobesê ya Amerîkayî di raportekê de 20 baştirîn cihên geştiyariyê li cîhanê ji bo geştkirinê eşkere kirin.

Wê kovarê pişta xwe bi geriyan û zanyarên li nav Gogilê gerim kiriye ku ji 219 welatan 20 baştirîn cih ji bo geştiyariyê diyar kirine û giravên Maldives wekî yekem û Sûlavên Niagara jî wekî duyem balkêştirîn deverên geştiyariyê li ser astê cîhanê diyar kirine.

Wê kovarê dîtina Tabloya Monalîzayê ya hunermend Liyonardo Dafinşî li mozexaneya Loverê ya Parîsê wekî sêyem balkêştirîn cih diyar kiriye.

Piştî van hersê cihan, wê kovarê bi vî rengê xwarê deverên herî balkêş ên geştityarî yên cîhanê bi rêz kirine:

4.    Girava Bora Bora li Firansayê

5.    Peykerê Azadiyê li Nûyorka Amerîkayê

6.    Temaşekirina dîmenê rojavabûnê ji aliyê asmanê cemserê bakurî ve ku Ayslandê, Swêdê, Girînlandê û Fînlandayê vedigire

7.    Devera Stonehenge ya şûnwarî li Birîtanyayê

8.    Taj Mahal li Hindistanê

9.    Meydana Taymizê (Times Square) li naverasta Nûyorkê

10.           Burc Xelîfe li Îmaratê

11.           Pompeii, bajarekê Romanî yê kevn e

12.           Peristingeha Sagrada li Berşelonayê

13.           Devera Cinque Terre li Îtalyayê

14.           Demhijmêrka Big Binê li aliyê bakurî yê koçka Şahê Birîtanyayê li Lendenê

15.           Devera Chichen Itza li Meksîkê

16.           Çiyayên Hîmalaya

17.           Zindana Alcatraz li San Fransiskoyê

18.           Koçka Spî li Amerîkayê

19.           Deryaya Mirî

20.           Parka Yosemite li Kalîforniyayê

 

K24

Top