• Friday, 13 February 2026
logo

NATO li dijî Îranê piştîvanîya xwe bo Emerîkayê ragehand

NATO li dijî Îranê piştîvanîya xwe bo Emerîkayê ragehand
Sekretêrê giştyê Hevpeyaman Bakura Etlesî (NATO) ragehand: Em nîgeranîn ji çalakîyên têkderane yên Îranê û piştîvanîya wê bo tîrorê û têkdana rewşa deverê. Herweha giringe Îran ber bi daxwazîya Emerîka ve bihere bo danûstandin û gotûbêjan.

Di kongireyeka rojnamevanî de, Yens Ştolntbêrg, sekretêrê giştîyê NATOyê Helwêsta NATOyê ragehand li ser girjîyên di navbera Emerîka û Îranê de û got: Hemû endamên NATOyê nîgeranin ji çalakîyên têkderane yên Îranê li deverê û nîgeranê pirograma Mûşekî û piştîvanîya wî welatîne bo giropên teroristî.

Herweha tekez kir: Hemû endamên NATOyê hevnerînin li ser wê yekê ku nabe Îran pirograma xwe ya navokî pêş bixe.

Got jî: Gelek giringe ku peyameka zelal ji alîyê Emerîkayê ve bo Îranê hatîye şandin û amdene danûstandinan bikin û girjîyan kêm bikin. Çunku giringe Em li kendavê xwe ji girjî û hilsengandinên şaş dûr bixîn û gelek girine xwe ji rewşek xirabtir ji niha dûr bikîn.

Amaje bi wê yekê jî da ku Mark Êsper, wezîrê Berevanîya Emerîkayê di kombûnê de pişikdar dibe û zanyarîyan li ser rewşê dide endamên NATOyê.

K24
Top