• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Tehranê heman bûyerekî din a wek Jîna Emînî li hember keçeke kurd hate kirin

Gulan Media October 5, 2023 Nûçe
Li Tehranê heman bûyerekî din a wek Jîna Emînî li hember keçeke kurd hate kirin

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw ragehand, keçeke din a kurd li bajarê Tehran a paytexta Îranê, ji ber lêçek û serê xwe girê nedaye ji aliyê polîsê exlaq a Îranê ve hatiye lêdan û êşkence kirin û ji ber wê jî di komayê de ye, lê kesûkarên wê keçê behsa tiştekî din dikin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw ragehand, di çend rojên borî de keçeke temen 16 salî ya bi navê Armîta Gerrawend a xelkê Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ye û rûniştvana Tehranê ye, dema ku xwestiye bi metroyê biçe bo dibistanê, di nav metroya Şûheda ya Tehranê de bi bahaneya li berçav negirtina pîvanê serê xwe girêdanê, ji aliyê polîsê exlaq ê bajar ve li wê dane û naha ji ber wê lêdanê li nexwaşxaneyekî bajar di komayê de ye.

Lê ji aliyê din ve çapemeniya nêzîkî hikûmeta Îranê ragehand, Armîta ji ber nexwarina taştê fişara xwîna wê daketiye û ji ber wê jî li ser heş çûye û ti pêwendiyekî xwe bi polîsê exlaq ve tine û gelek vîdeoyên di dema siwarbûna metroyê û anîna wê ya xwarê ji metroyê hatin belav kirin.

Herwaha çapemeniya Îranê vîdeoya dayîk û bavê wê keçê belav kirin ku dibêjin keça wan ji ber fişara xwîna wê daketiye wisa lêhatiye, lê li gor Hengaw û hin çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê behs dikin ew dayîk û bav di bin fişarê de bûne dema ku ew vîdeo hatine tomar kirin û ew axaftin kirine.

Di torên civakî de ev bûyer li dû xwe gelek behs û şirove li ser tê kirin û gelek kes jî dibêjin çîroka wê jî wek a Jîna Emînî ye û heman bûyer dubare bûye.

 

Basnews

Top