Hindistan- Ji ber lehiyê 116 kes mirin
Li eyaleta Sikkim a bakurê rojhilatê Hindistanê ji ber lehiyê herî kêm 116 kes mirin.
Li eyaleta Sikkim a bakurê rojhilatê Hindistanê ji roja Çarşemê vir ve ji ber barana zêde herî kêm 14 kes mirin û 102 kes jî winda bûne.
Bûyer piştî barana zêde bû sedema lehî li gola Lonakê, li geliyê Testa li bakurê rojhilatê Hindistanê lehî rabû.
Ji qurbaniyan 23 leşkerên artêşa Hindistanê ne.Lêgerîna windayan di nava hewaya baranê de didome.
Li Hîndîstanê ji ber barana zêde û lehiyê 22 hezar kes mexdûr bûne û 11 pir jî hilweşiyane.
Basnews
