Sedema serketina CHPyê û dorrana AKPyê
Ekrem Îmamoglu yê ku ji aliyê CHP ve bo hilbijartina şaredariya Stenbolê wek kandîd hatibû destnîşankirin bi rêjeya ji%54,21 bi ser ket. Hevrikê wî yê herî nêzîk Bînalî Yildirim ê AK Partiyî bû ku ji%44,99 deng wergirt.
Ferqa di navbera her du aliyan de ku wek ji%9,22 û anku ji zêdeyî 800 hezar deng tê destnîşankirin û di hilbijartinên di nav 25 salên dawîn de bo şaredariya Stenbolê hatine kirin tu namzet negihiştiye rêjeya Îmamoglu loma serkeftina wî wek dîrokî tê bilêvkirin.
Li gor Adil Gur lêkolîner û berpirsê kompaniya rapirsî yê A&G nameya Abdullah Ocalan karîgeriyeke mezin li ser helwesta hilbijêran kir û ev name bû sedema şikestina desthilatdariya AK Partî ya li Stenbolê.
Adil Gur-lêkolîner, dibêje: Piştî 6ê gulanê ku biryara dubarekirina hilbijartinê hatibû dayîn xelk di wê baweriyê de bû ku neheqî li Îmamoglu hat kirin û di lêkolîna me ya wê de mê de Îmamoglu 14 puan di pêş de xuya dikir rojên din ev puan daket lê heta nameya Ocalan hat belavkirin. Piştî vê nameyê ku dihat payîn aliyê HDP neçin deng nedin lê dengdêrên HDP bi eleqeyeke mezin çû ser sindoqan. Loma dengên Îmamoglu evqas zêde bû.
Li navçeyên ku zêdetir Kurd lê dijîn 23ê Hezîranê, li gor hilbijartina 31ê Adarê rêjeya dengên Îmamoglu bi qasî 14 puan zêde bû. Ufuk Urasê siyasetzan balê dikêşîne ser piştgiriya Kurdan bo Îmamoglu û amaje dike egera nêzîkbûna CHP û HDP li gor berê wê zêdetir bibe.
Ufuk Uras-siyasetzan, dibêje: Hilbijêr ji dubarekirina hilbijartinê nîgeran bû. Baweriya xwe bi gotinên dizî û modela partî dewlet neanî. Li dijî politikaya maksîmalîst a AK Partî, CHP bi politikaya xwe ya minîmalîst partiyên ku kombûna wan zehmet e li hev kom kirin. Gava Îmamoglu li meydanê spasiya HDP kir xelk bi kêf û coş çepik lê da. Ez bawer im Îmamoglu piştgiriya Kurdan wê ji bîr neke û rojên bê serdana Selahattîn Demîrtaş û Diyarbekirê dike.
Ligel Stenbol ku wek bajarê herî mezin ê Ewropayê ye û ji zêdetir 16 milyon kes lê dijî giştiyê metropolên mezin ên Tirkiyê ket destê CHP. Li gor gelek çavdêran rêya desthilatdariya welat ji rêvebirina şaredariyan dest pê dike loma ev encamên dawî yên hilbijartinên şaredariyan ji bo CHP wek fersendeke mezin tê nirxandin
K24
