• Tuesday, 17 February 2026
logo

Rêveberekî Yekgirtûya Îslamî bersiva PKKê da: Emîndarê giştî berî biçe Tirkiyê serdana Qendîlê kir

Gulan Media October 5, 2023 Nûçe
Rêveberekî Yekgirtûya Îslamî bersiva PKKê da: Emîndarê giştî berî biçe Tirkiyê serdana Qendîlê kir

Berpirsê malbenda 5 ê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê behsa wan êrîşên ragehandinî dike ku ji aliyê PKKê ve li ser Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê tê kirin û dibêje: ‘’Tişta li ser me ye, ew e ku aştiyê ji bo Silêmaniyê em vegerînin.’’

Derbarê êrîşa ragehandinî ya PKKê bo ser Yekgirtûya Îslamîya Kurdistanê de, berpirsê malbenda 5 a Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Hesen Şêx Ebdula ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew azad in, ji bo xwe siyasetê dikin û em jî bo xwe azadin siyasetê dikin. Hemû hewldanên me ji bo qazancê wan e ku şer dûr bikevin li wan navçeyane. Hemû kesek jî me nas dike û wan jî nas dike û Tirkiyê jî nas dike. Ji bo wê jî em wan xayîn pênase bikin an ew me xayîn pênase bikin, xelk ne me ne jî wan xayîn nabîne.’’

Herwaha got: ‘’Emîndarê giştî yê Yekgirtûya Îsalmî çû Qendîlê li gel rêveberiya PKKê û piştre jî çû Tirkiyê û li gel axaftin ku pêngav bên avêtin ku şer bê rawestandin. Li gel me pir giring nîne ew hewldanên Mamosta Selahedîn dê ser bikevin an na, ya giring ew e erkê xwe me bicîh aniye.’’

Derbarê pirsa gelo di wan hevdîtinan de behsa asayî kirina pêwendiyên di navbera YNK û Tirkiyê de hatiye kirin an na de jî got: ‘’Elbet hatiye behs kirin, lê ev wisa nabe hema wisa bê behs kirin, divê bingehek ji bo wê bê danîn. Ew bi aştî dibe, ew jî divê encamê rêkeftinê bê zanîn ka çiye piştre şer raweste, Lê li gel me tişta giring ew e alozî yan jî ew dorpêça li ser Silêmaniyê nemîne, bi taybet derî li ser balefirgeha Silêmanî hatiye daxistin. Lê erkê me çibe em dê wê cîhbicîh bikin.’’

Dawiyê de jî got: ‘’Metirsiyekî mezin e li ser Silêmaniyê, ku balefirgeha hatiye daxistin û bi mûşek lê dane.’’

 

Basnews

Top