Perwerdê ragehandinek lidor qotabîya nîqab kirî belavkir
Lijneya rêkxistina merasîma ragehandina encamên ezmûnên giştî li wezareta perwerdê, evro ragehandinek lidor wê qotabîya nîqab kirî ku di rêwresman da cihê wê ji rêza êkê bo ya duyê hatîye guhartin belavkir û ragehand; guhartina chê wê çi peywendîyek bi karê wê û rapêça wê ve nîne.
Lijneyê dyarkirîye, qotabîya nîqab li ber xwe kirî, serkeftîya duyê ye û jiberku rêzbendîya qutabiyan weha hatîye rêkxistin ku serkeftiyên êkê li rêza êkê bin, yên duyê jî li rêza duyê û serkeftyên sê yê jî li rêza dawyê, lew chê wê qotabîya rapêçay ji rêza êkê bo ya duyê hatîye guhartin.
Di beyana lijneyê da hatîye: cihê daxê ye hejmareka kesan li turên civakî û bo mebesteka diyarkirî bangeşeyên dûrî rastyê belavkirîne û bizav kirîne wêney weha veguhêzin ku jiber nîqabê cihê wê qotabyê hatîye guhartin.
Lijneya rêkxistina merasîma ragehandina encaman ew yek ragehand û piştrast kirîye ku çi nîyeta dî li pişt ewê bûyerê nebûye.
Waar.tv
