• Friday, 13 February 2026
logo

20 gundên Kurdan li derdorê Xaneqîn hatîne çolkirin

20 gundên Kurdan li derdorê Xaneqîn hatîne çolkirin
Piştî bûyerên 16ya Oktoberê zêdetir ji 20 gundên Kurdan li derdorê Xaneqîn hatîne çolkirin. Hevwelatîyên Kurdên Xaneqînê jî dibêjin: Bi pilan Kurd ji wan gundan hatîne derkirin û kar gehiştîye wê yekê ku di navenda Xaneqînê jî bi rêya Kuştin û teqînan Kurdan ji bajêrî jî derbikin.

Herçende piştî bûyera 16ya Oktoberê hinek berpirsên Kurd li qezaya Xaneqînê û derdorê wê hêj di postên xwe de mane; lê ew berpirsên Kurd neşîyane rêgirîyê bikin ji dîyaroka bierebkirin û koçkirina Kurdan ji wan gundan. Ev jî bûye sedemek ku roj bi roj rêjeya Kurd ji wê deverê ber bi kêmbûnê bihere.

K24
Top