• Tuesday, 17 February 2026
logo

Netanyahu bersifa Xamneyî dide

Gulan Media October 4, 2023 Nûçe
Netanyahu bersifa Xamneyî dide

Xamneyê gotibû welatên Erebî zirar dikin.

Piştî ku, duhê Rêberê Îranê Elî Xamneyê di civîneke de li gel rayedarên Îranê rexne li welatên Erebî kir û ragihand ku, ev welatên Erebî yên ku, ketine rêzê û dixwazên têkiliyên xwe yên li gel Îsraîlê normal bikin, zirarê dikin û di dawî de jî poşman dibin, Serokwezîrê Îsraîlê jî bersifa Xamneyê da.

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu di bersifa Xamneyî de diyar kiriye ku, Îran ji pêvajoya normal kirina têkiliyên navbera Îsraîl û welatên Erebî gelek ditirse lewre bi her awayî dixwaze vê pêvajoya han têk bibe.

Nav hatî diyar kiriye ku, Îran tundûtîjî û kerbê belav dike û dixwaze rewşa welatên din jî aloz bike lê Îsraîl aştî, aramî û ji hevûdu hez kirin belav dike.

Top