John Bolton: Îran sedemê pirsgirêkên Rojhilata Navîn e!
Îro 25.06.2019ê Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê Amerîkayê, Rûsya û Îsraîlê li paytexta Îsraîlê Orşelîmê civînek pêkanîn.
Civîn bi amadebûna serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu ve pêkhat. Her sê aliyan gotûbêja rewşa ewlehiya Rojhilata Navîn û berfirehbûna hegemonyaya Îranê li Sûriyê guftûgo kirin.
Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê Amerîkayê John Bolton di civînê de ragehand, Îran sedemê serekî yê pirsgirêkên Rojhilata Navîn e û piştevaniya milîsên terorîst û kiryarên wan ê qirêj dike.
Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê Amerîkayê John Bolton amaje bi wê yekê kir ku Îran piştevaniya milîsên Iraqê, milîsên Ensarullah a Yemenê û Hizbullah a Lubnanê dike, herwaha hewl dide piştevaniya milîsên Afganîstanê yên dijî Amerîkayê dike.
Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê Rûsyayê Nikolay Petroşev jî berevajî Bolton ragehand, Îran li gel Rûsyayê li Sûriyê şerê dijî terorê dike.
Şêwirmendê Rûsî, Îsraîl piştrast kir ku welatê wan rê nade Îranê bibe metirsiyê bixe ser wî welatî û ragehand: ‘’Em dixwazin Îsraîl di asayîş û aramiyê de be.’’
Basnews
