Nêçîrvan Barzanî û şanda wezareta derve ya Amerîkayê kom bûn
Serokherêm Nêçîrvan Barzanî evro li Hewlêra paytext li gel Andro pîk, cêgirê harîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê bo karubarên Îraqê, şandeka li gel û Matyo Tûler, balyozê Amerîkayê li Îraqê kom bû dupatî li pêşvebrin û bihêzkirina peyunedîyên herêm û Amerîkayê di hemû biyavan da kir.
Şanda Amerîkî dilixweşîya xwe bi taybet bi bizavên çarekirina kêşeyên Hewlêr û Bexda nîşan da, serokê herêma Kurdistanê jî dupatî li berdewamîpêdana wan bizavan da û herwesa amaje da îmzakirna yadaşnameya şanda jûra bazirganî ya emrîka û êketîya jûrên bazirganî û pîşesazî yên herêmî û ragehand: kompanîyên Amerîkî dişên herêma Kurdistanê wek dergeh bo karên xwe li hemû Îraqê bikar bînin.
Waar.tv
