• Tuesday, 17 February 2026
logo

Agir bi navendeke ewlekarî ya Misir ket

Gulan Media October 3, 2023 Nûçe
Agir bi navendeke ewlekarî ya Misir ket

Gelek kes birîndar bûne.

Îro çarpemeniya Misirê îro duşem 2ê Cotmehê agireke mezin bi bînaya eminyetê ya li bajarokê Îsmaîliye ya li Bakûrê Qahêreyê ketiye.

Çapemeniya Misirî diyar kiriye ku, her çend sedema derketina vê şewata han ya mezin hîn jî nayê zanîn lê piştî 3 seatan hewldan hêzên hawar hatinê karîne agirî temrînin û beşeke zêde ji vê bînayê herifiye û di encama vê bûyerê de bi giştî 26 kes birîndar bûne ku, birîna hinek ji wan sivêke.
 

Top