• Friday, 13 February 2026
logo

Parlementerekî YNKê: PDK û YNK dê du rojên din bigihên rêkeftinê

Parlementerekî YNKê: PDK û YNK dê du rojên din bigihên rêkeftinê
Parlementerekî YNKê dibêje, hetanî dûmahîka vê heftiyê PDK û YNK dê li ser pirsgirêkên xwe bigihên rêkeftinê.

Parlementerê Kurdistanê û endamê firaksiyona YNKê, Zikrî Zêbarî ji BasNewsê re got, hewl û xebatên lihevanîna PDK û YNKê li ser pêkanîna hikûmetê û çareseriya pirsgirêka danîna parêzgarekî nû bo Kerkûkê didomin.

Zikrî Zêbarî her wiha got, bi texmîna min hetanî dûmahîka vê heftiyê yanê du rojên din (27 vê mehê) her du partî dê bigihên rêkeftinê.

Wî parlementerê YNKê da zanîn, YNKê navê du kandîdan bo parêzgariya Kerkûkê daye PDKê û got, yek ji wan Xalid Şivanî ye û yê din jî Cemal Tahîr e.

Basnews
Top