• Friday, 13 February 2026
logo

Pompeo "ji bo hevpeymaniya dijî Îranê" li Rojhilata Navîn e

Pompeo
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ji bo gotûbêjkirina aloziyan û krîza li gel Îranê, ber bi Rojhilata Navîn bi rê ket. Pompeo beriya ku derbasî balafirê bibe ragihand ku ew daxwazin li gel Îranê danûstandinan bikin.



Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo berî ku ber bi Erebistana Siûdiyê bi rê bikeve, li Balafirxaneya Joint Andrews daxuyanî da û diyar kir ku madeya sereke ya rojeva wî dê Îran be û got: “Em amade ne ligel Îranê bêyî merc dest bi mizakereyê bikin û ji bo damezirandina hevpeymaneke kurewî ya dijî Îranê gav bavêjin.”



Pompeo seredanên xwe yên roja duşemê yên ji bo Erebistana Siûdî û Îmaratê wekî pêngava ewil a damezirandina "hevpeymaneke kurewî ya dijî Îranê" binav kir û got, "Em dê bi wan re biaxivin bê ka di warê stratejîyê de pêgeha me çi ye û ne tenê li welatên Kendavê herwiha li Asya û Ewropayê jî ka çawa em dikarin hevpeymaneke kurewî ava bikin."



Pompeo di daxuyaniya xwe de wiha got: "Em amade ne bêyî merc dest bi mizakereyê bikin. Gava amade bûn ku bi me re dest bi mizakereyê bikin, ez bawer im em dê wê demê dest bi mizakereyan bikin. Çawa ku serok Trump jî dibêje, em ji bo gelê Îranê siberojeke ronak dixwazin."



Pompeo piştî Erebistana Siûdî û Îmaratê dê derbasî Hindistanê bibe û paşê jî dê biçe Japonya û Koreya Başûr jî.


Rudaw
Top